Perlemana Iraqê biryarên Ebadî bi nedestûrî binav kir
Perlemana Iraqê bi piraniya dengan biryar da, ku ew biryarên ji 1 Tîrmeha 2018an heya 24 Mijdara 2018an, ji aliyê Hikûmeta karbirêvebir a Ebadî ve hatine stendin, nedestûrî ne û karkirin bi wan biryaran rawestand.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Perlemana Iraqê, hejmarek ji biryarên Hikûmeta Ebadî bi nedestûrî binav kir û karkirin bi wan biryaran rawestand.
Di civîna xwe ya îro de, Perlemana Iraqê bi piraniya dengan biryar da, ku ew biryarên ji 1 Tîrmeha 2018an heya 24 Mijdara 2018an, ji aliyê Hikûmeta karbirêvebir a Ebadî ve hatine stendin, nedestûrî ne û karkirin bi wan biryaran rawestand.
Herwiha di nav wan biryaran de, yên ku îro Perlemana Iraqê deng li ser da, rakirina xalên gumrikî di navbera Kerkûk û bajarên din ên Herêma Kurdistanê de bû.
N.O

