Mesrûr Barzanî ji perlemanterên PDKê xwest di sozên xwe de rastgo bin

Şêwirmendê Encûmena Ewlehiya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel firakisyona PDK di li Perlemana Kurdistanê de civiya û ragihand, ku divê di vê gera nû ya Perleman de, sîstemek bê danîn, ku di xizmeta Kurdistaneke bihêz de be.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Şêwirmendê Encûmena Ewlehiya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel firakisyona PDK di li Perlemana Kurdistanê de civiya û ragihand, ku divê di vê gera nû ya Perleman de, sîstemek bê danîn, ku di xizmeta Kurdistaneke bihêz de be.

Mesrûr Barzanî di gotarekê de, behsa erkên Perlemanteran kir û got: Erkekî giran di stiwê we de ye, ji ber ku divê di vê gera nû de, sîstemek bê danîn ku, di xizmeta Kurdistaneke bihêz de be, mezintirîn soz jî rastgoyî ye.

Herweha Mesrûr Barzanî, behsa jiyan û rewşa Pêşmerge û malbatên serbilind ên şehîdan kir û amaje bi wê yekê kir, ku pêwîst e di vê gerê de, zêdetir kar ji bo başkirina jiyana Pêşmergeyan bê kirin û birînên malbatên serbilind ên şehîdan, bên dermankirin û got: Divê ev pirs bibe ewlewiyeta erkên we.

Her di gotara xwe de, Mesrûr Barzanî behsa maf û erkên hemûyan kir û ragihand, em hemû xwediyên Kurdistanê ne û got: Divê kar ji bo nehiştina çanda jihev cudakirina welatî û desthilatdaran bê kirin û divê karê me, razîkirina cemaweran be, ne jî ev û ew.

Herwiha Mesrûr Barzanî got: PDK tevgereke cemawerî ye ji bo bidestxistina mafan û jiyaneke asûde ji bo gelê Kurdistanê.

Di dirêjiya gotara xwe de, Mesrûr Barzanî tekez kir, ku pêwîst e derfetên wek hev ji bo hemûyan, bê cudahî bên peydakirin û amaje bi wê yekê kir, pêwîst e firakisyona PDK wek desthelata yasasaz û çavdêr ji desthelata bicîkirinê re, li gel hemû Perlemanterên din, bi hevrêzî kar bike.

N.O