Serok Barzanî û Adil Ebdilmehdî dicivin

Serok Mesûd Barzanî li Bexdayê ligel aliyên sereke yên proseya siyasî ya Iraqê dicive, Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî jî ragihand, ew ligel Serok Barzanî dicive

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî li Bexdayê ligel aliyên sereke yên proseya siyasî ya Iraqê dicive, Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî jî ragihand, ew ligel Serok Barzanî dicive

Serokwezîrê Iraqê di konferansa rojnamevanî ya heftane de duhî ragihand, ew îro ligel Serok Barzanî dicive û her du alî pirsa pêkanîna kabîneya hikûmî û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de guftûgo dikin.

Serdana Serok Barzanî ji bo Bexdayê piştî pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê tê ku Adil Ebdilmehdî serokatiya wê dike û berî niha Serok Barzanî piştevaniya xwe bo Hikûmeta wî ragihandibû.

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî duhî rijdbûna xwe li ser cibicîkirina proseya rûbirûbûna gendeliyê ragihandibû û gotibû, ew ji hefteya bê ve dest bi wê proseyê dike.

 

S. B