Serok Barzanî: Her hevkariyekê bo Adil Ebdilmehdî dikin bo çareserkirina pirsgirêkan
Serok Mesûd Barzanî di çarçova serdana bo Bexdayê de ligel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî civiya.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Mesûd Barzanî di çarçova serdana bo Bexdayê de ligel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî civiya.
Piştî civînê Serok Barzanî ragihand, “Ev serdana bo Bexdayê bi armanca gihandina pîrozbahiyê bo cenabê Adil Ebdilmehdî bû, pêwemdiyên me dêrîn in û çendîn astengî me bi hev re derbas kirine. Berî û piştî rûxandina rêjîmê me bi hev re kar kir û rola Adil Ebdilmehdî ji bo avakirina Iraqê nû hebû, tevî hemû astengiyan.”
Got jî: “Dema Adil Ebdilmehdî bo pêkanîna hikûmetê hat raspardin ku berpirsatiyeke mezin e, wê demê min di pêwendiyeke telefonî de piştevaniya xwe jê re nîşan da.”
Herwiha got: “Niha dubare piştevaniya xwe ji berêz Dr. Adil Ebdilmehdî re nîşan didim û di dahatûyê de jî hevkariya zêdetir dikin, ji bo ew pêwendî ber bi pêş ve biçin û ji bo tevahiya pirsgirêkan çareser bikin.”
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî got: “Serok Barzanî xebatkarekî dêrîn ê çiyayê Kurdistanê ye û serkirdeyekî veguhartina demokratîk a Iraqê û rûxandina dîktatoriyê ye û xebat bo gelê Kurd û Iraqê kiriye.”
Herwiha got: “Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ye û endezyarekî mezin ê avakirina pêwendiyan ne tenê li Iraqê belkû li naçeyê û cîhanê ye.”
S. B