Serok Barzanî û Malikî tekeziyê li ser çarekirina destûrî dikin
Di çarçoveya serdana xwe de ji bo Bexdayê, Serok Barzanî li gel emîndarê Partiya Deiwe ya Islamî û serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî civiya.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Di çarçoveya serdana xwe de ji bo Bexdayê, Serok Barzanî li gel emîndarê Partiya Deiwe ya Islamî û serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî civiya.
Di civînê de, Nûrî Malikî serdana serok Barzanî ji bo Bexdayê û civînên wî li gel aliyên siyasî bi giring binav kir.
Herdu aliyan tekezî li ser karkirin ji bo nêzîkkirina Hewlêr û Bexdayê û karên hevpar û mifa wergirtin ji piraliya siyasî û bingehên demokratiyê ji bo pêşvebirina piroseya siyasî li Iraqê kirin.
Ji aliyê xwe ve, nivîsgeha Malikî belav kiriye ku, di civînê de, tekezî li çarekirina pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta fedral de, li gorî destûra Iraqê hatiye kirin.
N.O