Serok Barzanî li gel Heyder Ebadî civiya

Serok Mesûd Barzanî û şanda li gel wî, bi serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî re civiya.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serok Mesûd Barzanî û şanda li gel wî, bi serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî re civiya.

Îro ji bo roja diwem, dîdar û kombûnên Serok Barzanî li Bexdayê berdewam in.

Di wê çarçoveyê de, sibeha îro Serok Mesûd Barzanî li gel serokê Bereya Tirkumanî Erşed Salihî civiya.

Duh Serok Mesûd Barzanî bi serdanekê û bi serokatiya şandekê gihişte Bexdayê û li gel her yek ji Serokê Perlemana Iraqê û Serokwezîrê Iraqê û berpirsên pile bilind yên aliyên siyasî yên Iraqê civiya.

N.O