Serok Barzanî li gel Emmar El-Hekîm civiya
Di dirêjiya serdana xwe de ji bo Bexdayê, Serok Barzanî li gel serokê Şepêla El-Hikme Emmar El-Hekîm civiya.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Di dirêjiya serdana xwe de ji bo Bexdayê, Serok Barzanî li gel serokê Şepêla El-Hikme Emmar El-Hekîm civiya.
Sibeha îro Serok Mesûd Barzanî li gel serokê Bereya Tirkumanî Erşed Salihî û li gel serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî û li gel serokê Bereya Diyaloga Niştimanî Salih Mutleg civiya.
Duh Serok Mesûd Barzanî bi serdanekê û bi serokatiya şandekê gihişte Bexdayê û li gel her yek ji Serokê Perlemana Iraqê û Serokwezîrê Iraqê û berpirsên pile bilind ên aliyên siyasî yên Iraqê civiya.
Biryar e re jî Emmar El-Hekîm, firavînekê ji bo Serok Barzanî û şanda li gel wî amade bike, piştre wê Serok Barzanî serdana Necefê bike.
N.O