Amerîka çend kompaniyên Îranî li Herêma Kurdistan qedexe kir

Îdara Amerîkî karên bazirganî yên hejmarekê ji kompaniyên Îranî li gel barizganên Herêma Kurdistanê qedexe kir.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Îdara Amerîkî karên bazirganî yên hejmarekê ji kompaniyên Îranî li gel barizganên Herêma Kurdistanê qedexe kir.

Li ser vê yekê şarezayê abûrî Hoşmend Refîq diyar kir, ku heger Iraq pêbendî sizayên Amerîka yên li ser Îranê nebe, wê Iraq bi xwe jî rastî kirîzên mezin ên abûrî û diravî bê.

Herwiha li ser heman mijarê, pisporê siyasî Hemze Kake zelal kir, ku daxuyaniyên li dijî hev ên Iraqê, derbarê sizayên Amerîka li ser Îranê, didin xuyakirin ku partiyên Iraqî li ser destê Îranê hatine çêkirin û nikarin biryarê ji cem xwe bidin.

N.O