Şikefta Waitomo bi awayekî siruştî ronî dide

Waitomo gundekî girava bakurê New Zealandê ye û bi şikeftên xwe yên di bin zemînê de navdar e, bi taybet şikefta navdar (Waitomo) ku navê xwe ji navê gund wergirtiye, ku 150 pêyan di bin zemînê de ye û bi kurman ronî dide.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Şikefta Waitomo ku binavê Şikefta (Kurmên Bişewq) jî tê naskirin, di sala 1887an de, ji aliyê serokê êla Maori û şarezayekî Birîtanî ve hat vedîtin, berî wê demê jî êla Maori zanîbû ku gellek şikeft li navçeya wan hene, lê şikeftên bin zemînê nedîtibûn, wê demê serokê êla wan li gel şarezayê Birîtanî qeyikek biçûk çêkirin û bi find û mûman derbasî şikeftên bin zemînê bûn.

Hêdî hêdî ava çem wan li ber xwe bir, heya gihan şikeftên bin zemînê û ji dîmenên roniya hindirê şikefta Waitomo behitîn.

Di hindirê şikeftê de dîtin ku hejmareke mezin ji kurmikan roniyeke şîn û kesk ji laşê wan derdikeve û şikeftê ronî dide, ew corê kurmikana tenê li New Zealandê peyda dibe.

Piştî wê yekê, di sala 1889an de, ew şikeft li ber geştyaran hat vekirin û geştyar bi riya qeyikan derbasî wê dibin, salane bi hezar geştyar berê xwe didin wê deverê ji bo roniya şikefta Waitomo bibînin.   

N.O