Qîma YNK nayê kesekî serbixwe bibe parêzgarê Kerkûkê

Endamê Perlemana Iraqê ji firakisyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Rêbwar Taha ji Kurdistan24ê re ragihand, ku heya niha ti rêketin li ser postê parêzgarê Kerkûkê çênebûye.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Endamê Perlemana Iraqê ji firakisyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Rêbwar Taha ji Kurdistan24ê re ragihand, ku heya niha ti rêketin li ser postê parêzgarê Kerkûkê çênebûye û got: Em ne di wê baweriyê de ne, piştî ku parêzgarê sepandî Rakan Cibûrî vegere Bexdayê, ew pirs yekalî bibe.

Li gorî zanyariyan, YNKê pêşinyarên Partiya Demokart a Kurdistanê qebûl nekiriye, ku daxwaz kiribû kesekî serbixwe bibe parêzgarê Kerkûkê, lewra ew pirs hîn çareser nebûye.

Herwiha Rêbwar Taha ji Kurdistan24ê re got: Em hemû li ser postê Parêzgarê Kerkûkê berpirs in, heger em bixwazin ew post ji Kurdan re be, divê em hemû kar ji bo vê meremê bikin, divê Kurdêk parêzgarê Kerkûk be heya hilbijartinên Encûmenên Parêzgehan bên kirin, wê demê çi kesê biserkeve, emê pîrozbahiyê lê bikin.

N.O