Kalkan: Amerîka dixwaze PKK jinav bibe

Duran Kalkan: Amerîka dixwaze bi biryara xwe, PKKê jinav bibe, bi mebesta ku pêwendiyên Tirkiye û Rûsya bibirre û Tirkiyê li dijî Îran bikar bîne, ev yek berjewendpersitiyeke erzan e.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Endamê Komîteya Rêvebir a PKKê Duran Kalkan, ku navê wî jî di lîsta daxwazkiriyên Amerîka de ye, ji ajansa Furat a ser bi partiya xwe ve ragihand, ku Amerîka pêşengiya pîlaneke navdewletî dike û bizavan dike pîlana xwe ya berî 20 sal li dijî Ocelan kir, dubare bike.

Duran Kalkan diyar kir, ku Amerîka dixwaze bi wê biryara xwe, êrîşî PKKê bike û tevliheviyê ji xelkê re çêbike, dixwaze Kurdan bitirsîne û Kurdan parçe bike.

Kalkan got jî: Di salên vê dawiyê de, Amerîka bi riya piştevaniya xwe ji Kurdan re li Rojavayê Kurdistanê, pêgeheke giring ji xwe re peyda kir, lê bi biryara desteserkirina serkirdeyên PKKê, nirxê xwe jidest da, dixwaze bi wê biryarê PKKê jinav bibe, bi mebesta ku pêwendiyên Tirkiye û Rûsya bibirre û Tirkiyê li dijî Îran bikar bîne, ev yek berjewendpersitiyeke erzan e.

N.O