Adil Ebdilmehdî bi 8 wezîrên nû diçe parlemantoyê

Serokwezîrê Iraqê sibe di rûniştina parlemantoyê de amade dibe û navê 8 wezîrên nû pêşkêşî parlemantoyê dike, ta kabîneya xwe ya hikûmî temam bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê sibe di rûniştina parlemantoyê de amade dibe û navê 8 wezîrên nû pêşkêşî parlemantoyê dike, ta kabîneya xwe ya hikûmî temam bike.

Parlemanterê ji Hevpeymaniya Fetih Fazil Fetlawî ragihand, piraniya aliyên siyasî li ser navên ku biryar e sibe Adil Ebdilmehdî pêşkêşî parlemantoyê bike, lihev kirine. Got jî: “Serokwezîr rijd e ku sibe 8 wezaretên vala mane yekalî bike û ti postekî jî vala nahêle.”

Da zanîn jî, her kandîdek ji aliyê parlemantoyê ve neye qebûlkirin, yekser cîgirekî din li şûna wî tê diyarkirin. Serokwezîr hemû riyên yasayî ji bo wê mebestê temam kirine.”

Fazil Fetlawî aşkere kir, hîna Hevpeymaniya Fetih rijd e ku posta Wezîrê Navxwe ji bo Falih Feyaz be û got: “Piştê ku bi Hevpeymaniya Saîrûn re negihîştin rêkeftinekê, navê Falih Feyaz bi riya dengdanê re yekalî dikin.”

Parlemantoya Iraqê roja 24ê Cotmehê kabîneya hikûmî ya Adil Ebdilmehdî bi 14 wezaretan pesend kiribû û pirsgirêk li ser 8 wezaretan derketibû û ew wezaret vala mabûn.

 

S. B