Xaniyên dîrokî yên Siweregê hildiweşin!

Xaniyên dîrokî yên Navçeya Siweregê, girêdayî bajarê Rihayê, ji bêxûdaniyê hildiweşin

K24 – Navenda Nûçeyan

Xaniyên dîrokî yên Navçeya Siweregê,  girêdayî bajarê Bakurê Kurdistanê Rihayê,  ji bêxûdaniyê hildiweşin.

Her xaniyek beriya bi sedan salan hatiye avakirin.

Ev xanî şûn û warên Mîrên Kurdan ên navçeya Riha Siweregê ne.  Her xaniyek beriya çarsed salan hatine avakirin.

Eger vekolînên rast û durist nav van kavilan bêne kirin, bajarek durist ên dîrokî di bin van kavilan de winde ye.

Her çend Rêveberiya  Giştî ya Parastina Çand û Jîngehê, ev Xaniyên Mirên Kurdan "wek berhemê Osmanıyan" xistibine bin parastinê de jî, di ware praktîk ve bêxûdan hiştin e.

Xaniyên klasik yên Kurdî, kolanên kevin û dîrokî, dergehên mîran, şaneşinên began, pencerên klasik yên kevin, di nav nav kavilan de, li berxwe didin.

Bajarê Siweregê, li gorî vekolînên zanistî, dîroka Kela wê xwe digehîne beriya Zayinê 3 Hezar.

Taybet Keleya Siweregê,  di serdema Asuriyan de hatiye avakirin,  lê di serdema Desthilata Kurdî  ya Mêrwaniyan a sala 983-1085  de hatibûn nûjen kirin û bajar bû bû navendek giring a bazirganiyê. 

 

 

 

C.B