Hêzeke PKKê ala YNKê ji ser avahiyê wê daxist

Şervanên PKKê li Şengalê bi ser baregeha YNKê da girtin û ala YNKê ji ser baregehê rakirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şervanên PKKê li Şengalê bi ser baregeha YNKê da girtin û ala YNKê ji ser baregehê rakirin.

Li gor zanyariyan, li bajarokê Sinûnê yê Şengalê şervanên PKKê biser baregeha YNKê da girtin û ala YNKê daxistin. Ev êrîşa PKKê dijî biryarên YNKê hatiye ku YNKê hemû çalakiyên Tevgera Azadî li Silêmaniyê û navçeyên wê qedexekirin û binkeyên wê girtin.

Ev yek di demekê de tê, di çend rojên bûrî baregehên Tevgera Azadî ya ser bi PKKê ve li Koya û Kalar hatibûn girtin û moletek jî ji bo girtina baregeha wan li Silêmaniyê hatibû dayîn.

KCKê jî îro bi daxuyaniyekê aşkere kiribû ku YNKê bo nêzîkbûna ligel Tirkiyê wî karî dike û divê dest ji wan kiryaran berde.