Hunermendekê Kurd 35 tabloyên xwe yên riyalîzmî li Almanyayê nîşan dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermendê şêwekar ê Kurd Yasîn Hesen bi rêya pêşengeheka taybet 35 tabloyên cuda cuda yên hunera riyalîzmê li Almanyayê nîşan dide. ew hunermend diyar dike ku di wê pêşengehê de wênekêşan bi qelema reng û rengê ekrîlîk cihekê diyarkirî heye, herwesa bi tabloyekê ku peyameka mirovî û neteweyî ya taybet e bala amadebûyan dikêşe.

Hunermendê şêwekar ê Kurd Yasîn Hesen îro Yekşemê, 11ê Cotmeha 2026ê, ji Kurdistan24ê re ragihand: "Pêşengeha min li galeriya kenara Dêra Şarbawitzê li herêma Schleswig-Holsteinê li Almanyayê bi rê ve diçe û ji aliyê sendîkaya herêma Schleswig-Holsteinê ve piştgirî û amadekarî bo hatiye kirin, pêşengeha min di 11ê Cotmeha 2026ê de dest pê dike û heta 22ê Mijdara eynî salê berdewam dibe."

Yasîn Hesen di derheqa wê pêşengehê de got: "Pêşengeha min ji komeka berhemên hunerî yên cuda cuda pêk hatiye, ku hejmara wan digehe 35 tabloyan, hemî jî bi awayê riyalîzmê ne, yanî wênekêşana riyalîzmê, min çê kirine. Di nava van berhemên min de, sê tablo bi rengên ekrîlîk hatine çêkirin û tabloyên dî jî bi qelema reng min çê kirine."

Di derheqa xalên giring ên vê pêşengehê de, navbirî got: "Yek ji xalên giring ên pêşengeha min lihevkirina navbera min û Serokê Sendîkayê, Birêveberê Galeriyê ye, tê de me biryar daye ku tabloyeka diyarkirî li beranberî amadebûyan bê nasandin û em li ser peyam û manaya wê bipeyivîn. Min jî tabloyek helbijartiye ku tê de wêneya zarokekî Kurd di jiyana nava reşmalê de nîşan dide; zarokek bi nîşanên nîgeranî û bêtaqetiyê li dûr dinihêre û ji paşeroja xwe û çarenivîsa zarokên Kurdistanê ne piştrast e."

Ev hunermend behsa peyama nîşandana tabloya zarokekî Kurd dike û dibêje: "Ez bi rêya vê tabloyê bizavê dikim ku balê bixim ser tirs û nîgeraniyên zarokên Kurd û wê paşeroja nêzîk a ku di bin bandora gef û dijminatiyan de rûbirûyê wan dibe. Herwesa helbijartina vê tabloyê bo axaftinê li beranberî amadebûyan derfetek e bo wê yekê ku huner wek zimanekî mirovî bo gehandina peyama tirs, hêviya jiyanê û nîgeraniyê li ser çarenivîsa giliya paşerojê bê bikaranîn."

Yasin Hesen amaje jî da: "Ev pêşengeh ji bilî nîşandana şiyanên min ên hunerî di warê wênekêşana riyalîzmê de, derfetek e jî bo naskirina hunerê min li derveyî Kurdistanê û gehandina peyamên min ên mirovî û neteweyî bo bînerên Almanyayê."

Yasîn Hesen li sala 1968ê li Gulaleyê hatiye ser dinyayê. Ew ji sala 1994ê ve li Almanyayê xwecih e, li Ewropayê gelek pêşengehên taybet û hevpar ligel hunermendên diyar ên cîhanê vekirine û gelek xelatên cîhanî bi dest xistine.