Çekdarên li Efrînê êrîşî dikanên zêr û pevguhartina pereyan dikin

Grûpên çekdar ên li Efrînê bi dizî û talankirina mal û milkên xelkê sivîl berdewam in, niha jî ew grûp êrîşî dikanên zêr û pevguhartina pereyan dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên li Efrînê bi dizî û talankirina mal û milkên xelkê sivîl berdewam in, niha jî ew grûp êrîşî dikanên zêr û pevguhartina pereyan dikin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, li Efrînê grûpên çekdar yên ser bi artêşa Tirkiyê ve êrîşî ser dikaneke zêr û pevguhartina pereyan a li ser riya Raco kirin û xwediyê dikanê eşkence dan.

Li gor zanyariyên Rewangehê, çekdaran nêzîkî 2 k.g zêr û 2 hezar û 500 Dolarên Amerîkî ji wê dukanê dizîn û dikan şikand.

Rewangeh diyar kir jî, roja 27ê Mijdarê çekdaran êrîşî ser dikaneke pevguhartina pereyan li Efrînê kir û nêzîkî 15 hezar Dolar dizîn û gule bi ser xwediyê dikanê de berdan û ew bi giranî birîndar kirin.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve ji roja 18ê Adara bûrî ve Efrîn dagîr kir, ji wê demê dizî û talankirina mal û milkên xelkê, revandina welatiyan û eşkencedana wan jib o standina pereyan berdewam e.

 

S. B