Sebahat Tuncel û 14 jinan dest bi greva birçîbûnê kir

Hevseroka DBPê Sebahat Tuncel jî nav de 14 jinên zindanî ji bo rêberê PKKê Abdullah Ocalanî dest bi greva birçîbûnê kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevseroka DBPyê Sebahat Tuncel jî nav de 14 jinên zindanî ji bo rêberê PKKê Abdullah Ocalanî dest bi greva birçîbûnê kirin.

Sebahat Tuncel bi daxuyaniyekê ragihand, ew piştgiriya çalakiya Leyla Gûvenê dikin û ji bo rakirina tecrîda li ser rêberê PKKê Abdullah Ocalanî û başkirina şert û mercên ewlekarî û azadiya wî, digel 14 jinên zindanî heta 10 rojan dest bi gireva birçîbûnê dikin.

Parlementera Colemêrgê û Hevseroka KCDê Leyla Gûven jî 23 roj in di greva birçîbûnê de ye û wê jî ragihand, ew heta bersivekê wernegre dest ji çalakiya  xwe bernade.

 

S. B