Efrîn.. Çekdar welatiyekî ligel otombîl û meyweyên wî direvînin

Grûpên çekdar ên li Efrînê welatiyekî Kurd direvînin û otombîl û meyweyên wî jî didizin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên li Efrînê welatiyekî Kurd direvînin û otombîl û meyweyên wî jî didizin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê îro belav kir, duhî dema welatiyê ji gundê Basûtê Xelîl Xalid meyweyên xwe li otombîla xwe bar kiribû û dixwast derbasî Efrînê bibe û meyweyên xwe yên cureya Manga bifiroşe, ji aliyê çekdaran ve hate revandin.

Wê rêxistinê da zanîn, dema Xelîl Xalid di rêbenda gundê Turindê re derbasî dibû, çekdaran daxwaza 200 hezar Lîreyên Sûrî jê kirin, lê Xelîl Xalid red kir pereyan bide wan. Piştre çekdar bi otombîleke çekê Doşka lê siwarkirî ketin dû şopa wî û ew revandin.

Li Efrînê, grûpên çekdar ji bilî revandina welatiyan, dizî û talanê û destdanîna ser dar û malên Kurdan, her Kurdek dema dixwaze meywe xwe û berhemên çandiyê bifiroşe, çekdar bi darê zorê daxwaza bireke mezin ji pereyan jê dikin, heger ew welatî pereyan neda wan, tê revandin eşkencedan.

Vê yekê hîştiye ku welatiyên Efrînê ji bilî ku di rewşa dagîrkeriyê de dijîn, nikarin xwediyê li dar û meyweyên xwe bikin, bi taybet ku niha werzê çinîna Zeytûnan e, grûpên çekdar dest danîne ser bi dehan hezar dar û darên Efrîniyan ji xwe diçinin.

 

Welatiyê ji gundê Basûtê Xelîl Xalid
Welatiyê ji gundê Basûtê Xelîl Xalid

 

S. B