Tirkiye deriyê dibistana gundekî Zaxo digire
Bi sedema bombebarana pêgehên PKKê ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyê, zêdetir ji 10 rojan e proseya xwendinê li gundê Şeranşa yê ser bi Zaxoyê ve hatiye rawestandin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi sedema bombebarana pêgehên PKKê ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyê, zêdetir ji 10 rojan e proseya xwendinê li gundê Şeranşa yê ser bi Zaxoyê ve hatiye rawestandin.
Mamostê dibistana gundê Şeranşa Nadir Gede ji K24ê re got: “Ev bûye 11 roj dewama dibistana gund hatiye rawestandin, ji ber ku firokeyên şer ên Tirkiyê bi berdewamî nêzîkî gund bombebaran dikin, mamoste jî li ser jiyana xwe ditirsin û newêrin bêne gund û zarokan bi xwendin bidin.”
Rêvebirê Giştî yê Perwerdeyê li Zaxo Nezîr Yûsif Tahir ji K24ê re got, hewl didin çend mamosteyên din ji gundê Şeranşa re dabîn bikin, lê ta niha ji ber tayînkirina mamosteyan nîn e, kes naçe wî gundî, heger ew jî çareser nebû, em wan şagirtina bê xwendin nahêlin, emê bi otombîlekê wan şagirtan ji bo dibistana Komelgeha Derkarê yan Bêrsivê bibin û bînin.”
Gundê Şeranşa yê ser bi Zaxoyê ve, gundekî Xiristiyan e û nêzîkî sînorê Tirkiyê ye.