Peyamên Pîrozbahiyê ji YE û Amerika

Peyamên pîrozbahiyê ji bo kandîdên Serokê Herêmê û Serokwezîr, ji Yekîtiya Ewrûpa (YE) û Amerika digihin Kurdistanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamên pîrozbahiyê ji bo kandîdên Serokê Herêmê û Serokwezîr ji Yekîtiya Ewrûpa (YE) û Amerika digihin Kurdistanê.

Senatorê bibandor ê Komariyan Bob Corker, pîrozbahiyên xwe gihand kandîdê Serokwezîriya Kurdistanê Mesrûr Barzanî.

Senator Bob Corker ji Kurdistan24 re axifî û diyarkir: “Ez pîrozbahiya Mesrûr Barzanî, bi egera kandîdiya wî ya Serokwezîriyê dikim”.

Corker herweha anî ziman: “Min çendîn caran seredana Kurdistanê û Hewlêrê kiriye. Ez ji gelê Kurdistanê hez dikim. Jiber pêwendiyên me yên domdar û dirên dilxweş im. Herweha dilxweş im ku, Serokwezîrê nû yê Iraqê dixwaze nakokiyên di navbeyna Hewlêr – Bexdayê de çareser bike”.

Balyozê Yekîtiya Ewrûpa li Iraqê Ramon Blecua jî kandîdiya Serokatiya Herêmê ya Nêçîrvan Barzanî û ya Serokwezîriyê ya Mesrûr Barzanî pîroz kir.

Di twitter a xwe de Balyozê Yekîtiya Ewrûpa li Iraqê Ramon Blecua, ragihand: “Kandîdiya Serokatiya Herêmê ya Birêz Nêçîrvan Barzanî û ya Serokwezîriyê ya Birêz Mesrûr Barzanî pîroz dikim. Di erk a we ya nû de, serfiraziya we dixwazin”.

 

 

C.B