12 çekdarên DAIŞê li Kerkûkê hatin desteserkirin
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê ragihand, di du operasyonên cuda de 12 çekdarên DAIŞê li sînorê parêzgehê Kerkûkê hatin desteserkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê ragihand, di du operasyonên cuda de 12 çekdarên DAIŞê li sînorê parêzgehê Kerkûkê hatin desteserkirin.
Li gor daxuyaniyeke Fermandarê Hêzên Dijeterorê Lîwa Mian Seidî, hêzên Dijeterorê di du operasyonên cuda de rojên 6 û 20ê meha bûrî 12 çekdarên DAIŞê hatine desteserkirin.
Da zanîn, plana wan 12 çekdarên DAIŞê hebû êrîşên teroristî li bajarê Kerkûkê encam bidin.
Bajarê Kerkûkê û navçeyê Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ji piştî 16ê Cotmeha 2107an ve aramî lê nemaye û çendîn car in jî çekdarên DAIŞê êrîşên terorî li wan navçeyan encam dane.
S. B