K24 ji nav eniya Hecîn radighîne
Tîma Kurdistan24 ji nav eniya Hecîn bûyer û rûdanên germ ji eniyê vediguheze.

K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarokê Hecîn û biser Dêrazorê şer di navbeyna Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) û çekdarên DAIŞê de bi germî û berferehî dom dike.
Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê jî, bordûmana binkeyên DAIŞê li Hecîn dikin.
Tîma Kurdistan24 ji nav eniya Hecîn bûyer û rûdanên germ ji eniyê vediguheze.
Şêrvanên HSD diyar dikin ku, li deverê şerek tund heye, lê biser vê yekê pêşkeftinên HSD dom dikin, lê herweha DAIŞ ji bo pêşîlêgirtin a HSD dever nîn kirin e û ev yek zehmetiyan derdixe.
Şervanê HSD Şahin Nûman ji Kurdistan24 re diyarkir ku: “Em niha liber navenda Hecîn in. DAIŞ ji aliyê xwe ve, jib o ku devereên jidest dayî dîsa control bike, êrîşan pêktîn e. Lê em van êrîşan radiwestînin, nikarin pêşbikevin. Rewşa çekdarên DAIŞ xerab e û nikarin wekî berê şer bikin”.
Şervanek din ê HSD destnîşan dike: “Me derdora Hecîn pêça ye. Em dixwazin zerar negihe sivîlan û dixwazin wan rizgar bikin. Piştî wê yekê em dê êrîşa dawî biser DAIŞê de pêkbîn in”.
Nûçegîhanê K24 radighîne ku, li herêma rojavayê Hecîn şerek giran birêve diçe û hebûna sivîlan li deverê zehmetiyan ji şervanên HSD re peyda dike.
DAIŞ sivîlan wekî mertalên mirovî bikar tîn e.
C.B