Nivîskar û rojnamevan Siyamend Brahîm koça dawiyê kir

Nivîskar û Rojnamevanê Kurd Siyamend Brahîm ji ber nexweşiya dil di temenê 63 saliya xwe de koça dawiyê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nivîskar û Rojnamevanê Kurd Siyamend Brahîm ji ber nexweşiya dil di temenê 63 saliya xwe de koça dawiyê kir.

Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd belav kir, rojnamevan Siyamend Brahîm ku demek e nexweşiya dil pê re ye, ji ber çareseriya bijîşkî çûbû Almanyayê, şeva bûrî li nexweşxaneyeke Almanyayê koça dawiyê kir.

Siyamend Brahîm sala 1955an li gundê Aşûr Binanî yê ser bi Amûdê ve jidayik bû. Di sala 1982an de zîncîreyek pirtûkên fêrbûna zimanê Kurdî çap kirin. Herwiha bi sedan jî gotar nivîsandine.

Sala 1991an li Şamê ligel hejmarek ji xwendekarên Kurd Kovara Aso ya bi zimanê Kurd (Kurmancî û Soranî) damezrandin û heta sala 2010an 16 hejmara jê hatin belavkirin.

Rojnamevan Siyamend Brahîm di dema dawî de ligel hevjîna xwe helbestvan Winda Şêxo Pirtûkxaneya Aso ya pirtûkan li bajarê Qamişlo vekiribû.

 

S. B