Çawîşoglu bi Pompeo re bi têlefonê axivî
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çawîşoglu bi hevtayê xwe yê Amerîkayî Mike Pompeo re li ser têlefonê vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê axivî.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çawîşoglu bi hevtayê xwe yê Amerîkayî Mike Pompeo re li ser têlefonê vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê axivî.
Li gor nûçeya “AA”, Çavuşoglu û hevtayê wî yê Amerîkayî Pompeo li ser têlefonê axivîn. Di hevdîtinê da herdu wezîr li ser vekişandina yekîneyên Amerîkayê yên li Sûriyê axivîn.
Serokê Amerîkayê Donald Trump duh li ser hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” daxuyanî dabû û wiha gotibû: "Di dema serokatiya min da li Sûriyê tekane sedema me ya mayînê hebûna DAIŞê bû. Me ew jî têk bir. "
Berdevka Qesra Spî Sarah Sandersê jî wiha gotibû, "Digel ku em di şerê DAIŞê de derbasî qonaxeke nû bûn, me dest pê kir û em leşkerên Amerîkayê bi paş ve dikşînin."
Di nûçeyên medyaya Amerîkayê ku dispartin rayedarên Karên Derve jî hatibû îdiakirin ku Wezareta Derva wê di nav 24 demijêran de hemû personelên xwe yên li Sûriyê bi paş ve bikşîne û leşkerên Amerîkayê yên li Sûriyê jî wê di nav 60 û 100 rojî de ji wî welatî vekişin.