Fransa û Brîtanya di şerê DAIŞ de berdewam dibin

Fransa radigihîne, ew deverên Sûrî yên ku hêzên Amerîkî jê vedikşin dê ji aliyê hêzên Fransî ve bên tijîkirin û heta dawiya DAIŞê dê li wir bimînin. Brîtanya jî mana xwe ji bo şerê DAIŞê tekez dike û dibêje, DAIŞ hîna bidawî nebûye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîkayê Donald Trump di twîteke xwe de ragihand: “Me li Sûriyê DAIŞ têk bir, bicihkirina wê armancê sedema mana hêzên me li wî welatî bû.”

Wezîra Karûbarên Yekîtiya Ewropa ya Fransa, Nathalie Loiseau li ser biryara Amerîka bo vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê ragihand, Amerîka nekarî DAIŞê bişkîne û ji nav bibe, ji ber wê jî ew cihên ku piştî vekişandina hêzên Amerîkî vala dimînin, hêzên Fransî dê bicîh bibin.

Wezîra Artêşên Fransayê Florence Parly jî gotibû, hêzên Fransî ji Sûriyê venakişin û dê heta ku tevahiya wan deverên ku di destê DAIŞê de ne, neyên rizgarkirin, dê li wir bimînin.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Derve ya Brîtanyayê ragihand, “DAIŞ hîna jî gef e, heta ku heger xak di destê wê de nemîne û pêwîst e gelek kar werin kirin û divê gefa wê ji pêş çavên me neçe.”

Herwiha got jî: “Wek Amerîka gotiye, vekişandina wê ji Sûriyê nayê wateya bidawîbûna Hevpeymaniya Navdewletî û operasyonên wê. Emê berdewam bin di welatên endam re ji bo bicihkirina vê armancê.”

S. B