Tirkiye: Em ji biryara vekşîna Hêzên Amerîkî dilxweş in
Hikûmeta Tirkiyê biryara vekişîna leşkerên Amerîkayê ya ji Suriyeyê bi keyfxweşî pêşwazî dike

K24 – Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Tirkiyê biryara vekişîna leşkerên Amerîkayê ya ji Suriyeyê bi keyfxweşî pêşwazî dike.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çavuşoglu dibêje, vekişîna Amerîkayê cihê keyfxweşiyê ye û ew dê êdî hişê xwe bidin pêvajoya çareseriya siyasî. Lê divê Amerîka dema vekişiya digel Tirkiyê di nava hemahengiyê de be. Nabe piştî vekişîna Amerîkayê valahiyek rû bide. Di navbera Tirkiye û Amerîkayê de nexşeraya Minbicê heye û berî vekişînê, ew dê bi Amerîkayê re cîbecîkirina rêkeftina Minbicê gotûbêj bikin.
Serokê Amerikayê Donald Trump biryara vekşîna Hêzên Amerîkî ji Sûriye da ye û vê yekê di desthilata Amerîkî de, herweha ligel hevkarên Amerika di Hêzên Hevpeymanî de dilgiranî peyda kiriye.
C.B