Biryara Trump: Kê wendakir, kî sûdmend dibe?

Damezrênerê Informed Comment û birêvebirê giştî Juan Cole, di gotara xwe de liser Biryara Trump a vekşînê ji rojhilatê Firatê/rojavayê Kurdistanê, aliyên ku wenda dikin û sûdmend dibin nivîsî

K24 – Navenda Nûçeyan

Damezrênerê Informed Comment û birêvebirê giştî Juan Cole, di gotara xwe de liser Biryara Trump a vekşînê ji rojhilatê Firatê/rojavayê Kurdistanê, aliyên ku wenda dikin û sûdmend dibin nivîsî.

Ligor Cole metirsiya ku 2 endamên NATO – Tirkiye û Amerika li rojhilatê Firatê dikarin werin beramberî hevûdu di biryarê de bandora xwe hebûye. Herweha dibe ku, bi biryara derxistina hêzên Amerîkî ji rojhilatê Firatl/rojavayê Kurdistanê Erdogan pêşniyara kirîna mûşekên Patriot bi 3 milyar dolaran dabe Trump.

Damezrênerê Informed Comment û birêvebirê giştî Juan Cole aliyên ku wenda dikin û sûdmend dibin weha rêz dike:

Kî wenda dike:

  • Di destê yekem de Dewleta Israil a ku Rojhilata Navîn ji milişyatên Şîa ên Lubnanî re kiriye dojeh û Iranê wekî mezintirîn dijmin binav dike – wendakir e. Israil çaverê dikir, heta ku Iran li Sûriye bimîn e, Amerika ji Sûriye dernakeve. Biryara Trump, Israîl gelek dilgiran kir
  • Çepgîrên Kurd ên YPG, piştî biryara Amerika di navbeyna Tirkiye û rejîma BAAS a Şamê de bi sere xwe hatin hiştin.
  • Bêyî ku agahdariyek hewalgirî û teknîkî ji alî Amerika ve hebe, Iraq a ku metirsiya DAIŞ liser e, dinav nîvwendakiriyan de cîh digre.

Kî sûdmend dibe:

  • Di serî de Tirkiye, ya ku dixwaze li bakurê Sûriye Kurdan bixe bin bandor û fişara xwe de û Operasyonan li deverê pêkbîn e û di çendîn aloziyan de dijberê Siûdiyê derketî û ligel Qeterê cîh girtî, Enqere tê.
  • Îran a ku li rojavayê Kurdistanê dikarîbû bi rêgiriya Hêzên Amerika re li deverê û li Sûriye were berçav, tê. Herweha Îran niha derfetên mezintir a berferehkirina projeyên xwe hene.
  • Rûsya sûdmendê mezin e. Moskow ji bo ku bikaribe li tevayiya Sûriye bibe xwedî bandor û di alîkarîkirina hevkarê xwe rejîma Şamê re destê wê rehettir bû. Rûsya da xûyakirin ku, zilhêzek berçav e, ne tenê ew welatê ku di navbeyna welatên Rojhilata Navîn û rêxistinan wan de rola navbeynkarî heye.
  • Beşar Esed, ê ku desthilat ji bavê xwe girte dest, mezintirîn sûdmend e. BAAS niha derfeta ku Kurdan bixe bin destilata xwe de zêdetir heye û hin Kurd jî, vê rêyê wekî bijarde dibînin
  • Milişyatên Iraq û Lubnanê dinav sûdmendan de ne.

 

 

C.B