Li Indonesyayê Tsunamî: 168 kes mirin
Pêleke Tsunamî ya xurt li beravên Indonesyayê yên rojava xist û di encamê de hata niha 168 kesan canê xwe jidest dane.
K24 – Navenda Nûçeyan
Pêleke Tsunamî ya xurt li beravên Indonesyayê yên rojava xist û di encamê de hata niha 168 kesan canê xwe jidest dane.
Duhî piştî ku volkanek teqiya pêleke Tsunami li beravên Tengava Sundayê ya Indonesyayê xiste. Ajnasa Niştimanî ya Indonesyayê ragihand, di encama Tsunamî de 168 kesan canê xwe jidest dane û zêdetir ji 580 kesên din birîndar bûne û herwiha zêdetir ji 20 kesan jî winda ne.
Hat ragihand, Tsunami bi dehan mal û hotel û cihên geştiyariyê jinav birine û tê pêşbînîkirin hejmara qurbaniyan zêde bibe.
Di sala 2004an de Tsunamî li beravên rojavayê girava Sumatra da û di encamê de bi sed hezaran kes li 12 welatan canê xwe jidest dabûn.
S. B