“Dê Sûriyê bi awayekî din dabeş bikin”

“Amerîka derdikeve: Dê Sûriyê bi riyeke nû dabeş bikin” navnîşa gotareke Georgi Berezovsky di “Gazeta.ru” de hatiye belavkirin, gotar li ser lîstina Amerîka bi kaxeza vekişandina ji Sûriyê ye ku di berjewendiya Tirkiyê de ye û li dijî berjewendiyên Îran û Rûsyayê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

“Amerîka derdikeve: Dê Sûriyê bi riyeke nû dabeş bikin” navnîşa gotareke Georgi Berezovsky di “Gazeta.ru” de hatiye belavkirin, gotar li ser lîstina Amerîka bi kaxeza vekişandina ji Sûriyê ye ku di berjewendiya Tirkiyê de ye û li dijî berjewendiyên Îran û Rûsyayê ye.

Di gotarê de hatiye, biryara Trump a vekişandina ji Sûriyê ji aliyê tevahiya cîhanê vet ê gengeşekirin. Koşka Spî jî da zanîn ku Amerîka dê berevaniyê li berjewendiyên xwe yên navçê bike û vekişîna hêzên, nayê wateya nemana Hevpeymaniya Navdewletî.

Li gor medyaya Amerîkî û taybetî rojnameya “Washington Post” daxwaza Trump a mana pêwendiyên bi Tirkiyê re, sedema vekişîna hêzê ye. “Tu dizanî? Ew ji te re ye. Ez derdikevin” Trump li ser Sûriyê wiha ji Erdogan re got.

Di vê derbarê de, pisporê di “Gulf State Analytics” Theodore Karasik ji “Gazeta.ru” re got: Gava Trump a ji bo berferehkirina hejmûna Tirkiyê li navçê, kaxezek e û Koşka Spî dixwaze li dijî Mosko û Tehranê pê bilîze.

Bi gelemperî Theodore Karasik biryara Trump a vekişîna ji Sûriyê bi fişara li ser Rûsyayê ve girê dide û dibêje: “Sûriye niha ji sedî sed bi ser Rûsyayê ve ye, ev jî bi wateya ku çi li Sûriyê bibe, vedigere ser krmlinê. Pirsa berdewamiya kedan jî dikeve warê cibicîkirin, biryara Trump Desteya Erkana Amerîka neçar kir ku planên nû dane.”

Di heman demê de jî, hîna egera nenekişîna hêzên Amerîka ji Sûriyê heye, ji ber ku gelek caran got ewê ji Efganistanê vekişe, lê hîna li wir e. Gelek caran berpirsên Amerîkî dibêjin ku ew ji welatekî vekişin, lê dimînin.

 

Jêder: RT