Sedema nebûna civîna Trump bi berpirsên Iraqê re aşkere bû
Koşka Spî ya Amerîka di daxuyaniyekê de sedema nebûna civîna Serokê Amerîka Donald Trump û berpirsên Iraqê aşkere kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Koşka Spî ya Amerîka di daxuyaniyekê de sedema nebûna civîna Serokê Amerîka Donald Trump û berpirsên Iraqê aşkere kir.
Peyvdara Koşka Spî Sara Sanders ragihand, Trump di serdana xwe bo Iraqê de ligel ti berpirsekî Iraqê ne civiya, ji ber ku ew berî demeke kurt ji serdanê hatin agahdarkirin.
Got jî, ew rêkar pêwîst bûn, ji bo ewlehiya Serokê Amerîka.
Aşkere kir jî, Trump bi telefonê pêwendî bi Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî re axivî û ew vexwend bo serdana Amerîka bike û Ebdilmehdî jî ew vexwandin qebûl kir.
Şeva Christmasê Serokê Amerîka Donald Trump û hevjîna xwe Melania bi veşartî serdana Iraqê kiribûn û li navenda leşkerî Eyn Esed hevdîtin bi leşkerên welatê xwe re kiribûn.
S. B