Sûriye ji NY daxwaze êrîşên Îsraîlê rawestîne

Hikûmeta Sûriyê daxwaz ji Encûmena Asayişa Navdewletî û Netewên Yekgirtî dike, rê li ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Sûriyê bigire.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Sûriyê daxwaz ji Encûmena Asayişa Navdewletî û Netewên Yekgirtî dike, rê li ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Sûriyê bigire.

Wezareta Derve ya Sûriyê di du nameyan de ji Netewên Yekgirtî û Encûmena Asayişa Navdewletî re daxwaz ji wan dike ku bi berpirsatiya xwe rabin û derbarê êrîşên Îsraîlê li ser wî welatî rêkarên pêwîst bigire ber.

Hikûmeta Sûriyê di nameyên xwe de dibêje, êrîşên Îsraîlê yêm dijminane bê piştevaniya Amerîka berdewam nedibûn, ji ber vê yekê jî divê gavine pêwîst bêne avêtin û rêgirî li wan êrîşan bêne kirin.

Herwiha dibêje, armanca wan êrîşan, dirêjkirina krîza Sûriyê û bilindkirina morala teroristan e.

Ev nameyên Sûriyê piştî wê yekê tên, pêr roja 25ê vê mehê firokeyên Îsraîl komgehên çekan ên hêzên Îranê û hin baregehên Hizbulaha Libnanî bombebaran kiribûn û sîstema berevaniyê ya Sûrî li nêzîkî Şamê têk biribû.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de êrîşa Îsraîlê şermezar kir û got 6 firokeyên Îsraîlê ji cura F 16 derdora Şamê bombebaran kir û ev yek jî binpêkirina serweriya Sûriyê û biryarên Encûmena Asayişa Navdewletî ye.

 

S. B