Serok Barzanî ligel Nûnera Neteweyên Yekgirtî civiya
Serok Barzanî ligel Jeanine Hennis-Plasschaert Nûnera Taybet ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê civiya û şerê dijî terorê û metirsiyên hizra terorê li ser asayişa Îraqê û navçeyê gotûbêjkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Barzanî radighîne. pêwîst e şerê hizrî, civakî û aborî yê terorê were kirin
Serok Barzanî ligel Jeanine Hennis-Plasschaert Nûnera Taybet ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê civiya û şerê dijî terorê û metirsiyên hizra terorê li ser asayişa Îraqê û navçeyê gotûbêjkirin.
Serok Barzanî ji şanda mêvan re ragehand ku, rast e DAIŞê di warê serbazî de hatiye şikandin, lê belê sedemên serhildana terorê pêwîst e nemîn in. na xwe metirsiya terorê bi awayek din serî hildide û bi pêwîst jî zanî ku, şerê fikrî, civakî û aboriya terorê bê kirin.
Di beşek din ê vê civînê de ronahî hat xistin, ser pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê û herweha serdana meha derbasbûyî ya Serok Barzanî ji bo Bexdayê. Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo Adil Abdulmehdî Serok Wezîrê Iraqê nîşan da û bi siyasiyek vekirî û aligirê diyalogê wesif kir, ku bi başî ji doza rewa ya gelê Kurdistanê têdigihe û ev e jî xiste rû ku, Kurdistan herdem rêya hevûdû têgihîştin û diyalogê ji bo çareserkirina kêşeyan li ber girtiye.
C.B