Bogdanov: Di Hilbijartinek li Sûriyê de, dê Esed dîsa biserkeve

Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê ji bo Rojhilata Navîn û bakûrê Afrîkayê radighîne, piştî vegerandina yekîtiya xaka Sûriyê, dê Hêzên Îranî û grûbên bi ser ve ji Sûriyê vekişin

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê ji bo Rojhilata Navîn û bakûrê Afrîkayê radighîne, piştî vegerandina yekîtiya xaka Sûriyê, dê Hêzên Îranî û grûbên bi ser ve ji Sûriyê vekişin.

Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê ji bo Rojhilata Navîn û bakûrê Afrikayê û Cîgirê Wezîrê derve yê Rûsyayê Mîxail Bogdanov ji Ajansa Blombêrg ya Amerîkî re got, dema ku serwerî û yekîtiya xaka Sûriyê bê vegerandin, tu sedem ji bo mayîna Hêzên Îranê li wî welatî namîn e.

Derbarê pirsa egera serkeftina Serokê Sûriyê Beşar Esed di hilbijartinên serokatiya wî welatî de Bogdanov got, Esed cemawerek baş heye, û bi baweriya wî, dê Esed bikare carek din di hilbijartinan de, biserkeve.

 

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment