Rewşa - Tirkiye û Sûriye werin pêşberî hevûdu zêdetir bû
Hêzên Parastina Gel (HSD) amade ne deverên di bin kontrola xwe de radestî Hêzên rejîma Sûriye bikin û ev yek weha dike ku, Tirkiye ger Operasyonekê encam bide, ligel hêzên rejîma Şamê re berbiçav were
K24 – Navenda Nûçeyan
Ajansa Reuters liser vekişîna Hêzên Amerîkî ji rojhilatê Firatê û rewşa piştî wê liser erdê dikare çi bibe, di analîzekê de girte dest.
Di analiz a Reuters de tê destnîşan kirin ku, vekşêna Hêzên Amerika ji Sûriye, dikare derfetan û rîskan lipêş Tirkiye peyda bike.
Ligor analîzê niha derfet kete destê Tirkiye de ku, şerê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bike, bêyî ku metirsî hebe ligel serbazên Amerika were pêşberî hevûdu. Lê, herweha risk a pevçûn an şer bi Hêzên Sûriye re derxistiye pêş.
Tirkiye amadekariya Operasyonê hemberî rojhilatê Firat/rojavayê Kurdistanê dike, lê wekî liser erdê xûya dike, Hêzên Parastina Gel (HSD) amade ne deverên di bin kontrola xwe de radestî Hêzên rejîma Sûriye bikin û ev yek weha dike ku, Tirkiye ger Operasyonekê encam bide, ligel hêzên rejîma Şamê re berbiçav were.
Herweha ev yek ne bi dilê Rûsya ye, ji bo ku destûra Rûsya ji bo Operasyonekê bigre, niha Tirkiye dinav hewldanan de ye. Helwêsta Rûsya dê çi be, ev yek dikare wêneyê li Sûriye zêdetir zelal bike…
C.B