Bolton dê seredana Israîl û Tirkiye bike
Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Amerîkayê John Bolton ragihand dê destpêka meha bê, dê serdana Tirkiyê û Israîlê bike

K24 – Navenda Nûçeyan
Ji bo rewşa Sûriyê John Bolton dê serdana Israîl û Tirkiyê bike.
Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Amerîkayê John Bolton ragihand dê destpêka meha bê, dê serdana Tirkiyê û Israîlê bike, da ku rewşa deverê û şerê DAIŞê di qonaxa bê de, digel berpirsên wan welatan gotubêj bike. Bi taybet piştî biryara Amerîkayê ya vekşandina hêzên xwe ji Sûriyê, biryar ji alî Tirkiye hate pêşwazî kirin û ji alî Israilê ve bi dilgiranî tê nirxandin.
Tirkiye biryarê bi berjewendiya xwe dizan e û diyar dike ku, dikare şerê DAIŞê bike û wê rêxistinê tek bibe. Ji aliyê xwe şîrovekar ji Tirkiye biguman in, jiber ku deverek pirr dirêj di navbeyna sînorê Tirkiye û deverên ku DAIŞ çalakiyên xwe dike, heye. Herweha Tirkiye di şerê dijî DAIŞ de bê bername dibînin. Tirkiye nekarîbûye Tehrîr el Şam li nêzîkî sînorê xwe bêkontrol bike, dê çawa bikaribe şerê DAIŞ bike û têk bide? Diyar dikin ku, armanca Tirkiye ne têkbirina DAIŞ, lê şerê YPG ye.
Israil jî, vekşandina Hêzên Amerika ji Sûriye di berjewendiya Îran û Rûsya de dinirxîne û diyar dike, hêzên terorê dikarin ji vekşandina Hêzên Amerika sûdê werbigrin…
C.B