Rûsya: Artêşa Sûriyê dawî li gefên DAIŞê tîne

Nûnerê Rûsyayê yê li Netewên Yekgirtî Vasily Nebenzya ragihand, vegera artêşa Sûriyê bo kontrolkirin sînorê bi Iraqê re, dibe sedema rêgirtina li pêş gefên DAIŞê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Rûsyayê yê li Netewên Yekgirtî Vasily Nebenzya ragihand, vegera artêşa Sûriyê bo kontrolkirin sînorê bi Iraqê re, dibe sedema rêgirtina li pêş gefên DAIŞê.

Vasily Nebenzya ji ajansa “novosti” re ragihand, artêşa Sûriyê vegere sînorê bi Iraqê re kontrol bike, dibe sedema bidawîbûna gefên DAIŞê, heger hêzên Sûriye û Iraqê bi hev re hevahengiyê bikin.

Herwiha amaje bi wê kir, ev hevhengî di çarçova karê çaralî li Bexdayê de hatiye kirin.

Derbarê vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê de got, vekişîna yek leşkerekî biyanî ku bê razemendiya desthilatên Şamê hatine ser xaka wî welatî, gavek ber bi arasteya rast de ye.

Nûnerê Rûsyayê yê li Netewên Yekgirtî dibêje, vekişîna hêzên Amerîkî dê bihêle yasayên navdewletî û serweriya Sûriyê vegere û dê hevkar be Sûriye rewşa koçberên kampa Rikban çareser bike. Herwiha vegera hikûmeta Sûriyê ji Tinif re dibe sedemek ku alîkariyên mirovî bigihin koçberan û kesê dixwazin vegerin Sûriyê jî bicih bike.

 

S. B