AA: Hêzek Amerikî ji rojhilatê Firatê vekişiya
Ajansa Anadolu ya Tirkiye radighîne , wekî yekem hêza Amerîkî ku ji rojhilatê Firatê / rojavayê Kurdistanê vedikişe, îro ji bajarokê Malikiyê girêdayî bajarê Hesekê 50 serbazên Amerîkî ji deverê derketin e û ber bi Iraqê ve çûn e
K24 – Navenda Nûçeyan
Ajansa Anadolu ya Tirkiye radighîne , wekî yekem hêza Amerîkî ku ji rojhilatê Firatê / rojavayê Kurdistanê vedikişe, îro ji bajarokê Malikiyê girêdayî bajarê Hesekê 50 serbazên Amerîkî ji deverê derketin e û ber bi Iraqê ve çûn e.
Tê diyarkirin ku, ew serbazên Amerikî bi Hummeran ji deverê derketin e. Herweha erkê wan li rojhilatê Firatê parastina binkeyên çekdarî bû ye.
Her îro gengeşe li derdora çekên Amerîkî yên di destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hate kirin. Berpirsên Tirk dixwazin Amerika çekên dayî YPG kom bike, lê heta niha bersîvek ji alî Amerika ve di vê derbarê de nehatiye dayin.
Îro şandek bilind a Tirkiye seredana Rûsya kiribû û piştgiriya Rûsya ji bo Operasyona Tirkiye hemberî rojhilatê Firatê hatibû xwestin. Lê, piştî civînê Wezîrê derve yê Tirkiye behsa piştgiriyek Rûsya ji bo Operasyonê nekir, lê diyarkir: hevahengiya Rûsya, Îran, Tirkiye li Sûriye dê berdewam be…
C.B