Efrîn di nava wêneyên herî balkêş ên cîhanê di sala 2018an de ye
Kovara “Time” a Amerîkî 100 wêneyên herî balkêş ên bûyerên di sala 2018an de li cîhanê bûne belav kir, di nava wan wêneyan de jî wêneya koçberbûna Kurdên Efrînê roja 18ê Adarê di dema êrîşa artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên çekdar ên ser bi wê ve ye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Kovara “Time” a Amerîkî 100 wêneyên herî balkêş ên bûyerên di sala 2018an de li cîhanê bûne belav kir, di nava wan wêneyan de jî wêneya koçberbûna Kurdên Efrînê roja 18ê Adarê di dema êrîşa artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên çekdar ên ser bi wê ve ye.
Wê kovarê li binê wêneyê nivîsiye: “Welatiyên sivîl bi barhilgirekê roja 18ê Adarê ji bajarê Efrînê ya Kurdnişîn direvin, di wê rojê de ew bajar kete destê mîlîşyayên ku Tirkiye piştevaniya wan dike. Nûtirîn bereya şerê Sûriyê ya 8 salan berdewam dike bû û nimûneya wê siyaseta azarene ya ku serperiştiya milmilaneyê dike bû.”
Me 12 wêne ji nava 100 wêneyan de hilbijart.

Di şerê Reqayê de, mirovek mirovekî din ê birîndar û herdu lingên wî hatine birîn li ser pişta xwe hildigire / Meha Nîşanê.

Zaroka 7 salî a ji Yemenê Emel Husên yek ji qurbaniyên şerê li Yemenê ye. Ji encama şerê di navbera Siûdiye û Hosiyan de li gor amarên Netewên Yekgirtî 14 milyon kes di metirsiya birçîbûnê de ne. Piştî demekê Emelê canê xwe jidest da / 1 Mijdarê.

Teqîna bombeyekê li nava Kabul peytexta Efganistanê. Li gor amarên Netewên Yekgirtî îsal zêdetir ji 8050 kesên sivîl di teqînan de li Efganostanê hatin kuştin û birîndarkirin / 27 Çile.

Sê zarokên Sûrî piştî êrîşeke bi gaza kîmawî li Xûtaya Rojhilat tên dermankirin / 25 Sibatê.

Dema tîma lêpirsînê ya Siûdî ji bo dosya rojnamevan Cemal Xaşuqcî gihîştiye Stenbolê, mirovek rê li ber rojnamevanan digire / 15 Cotmehê.

Serokê Amerîka û Şêwirmenda Almanya Angela Merkel û hejmarek ji serkirdeyên G – 7 li Kanadayê / 9 Hezîranê.

Dema Amerîka Balyozxaneya xwe li Qudisê vekir, li Gezayê alozî di navbera xwepêşanderên Filistînî û leşkerên Îsraîlê de derket, xwepêşander bi erebeyeke hespan xwepêşanderekî birîndar vediguhêzin / 14 Gulanê.

Volkanek li Hawai 700 mal teqand û bi hezaran kes koçber kir / 19 Gulanê.

Termê Senatorê Amerîkî John McCain gihîşt Navenda Hevbeş “Andrews” ku berî 5 rojan koça dawiyê kiribû / 30 Tebaxê.

Riya Vine li Wasilla li Alaskayê ji encama erdhejê hilweşiya / 30 Mijdarê.

Ji encama erdhejê avahiyek herifiya – Hualien, Taiwan / 8 Sibatê