Fransa: Beriya Amerika ji Sûriye vekişe, divê şerê DAIŞê li Sûriye bidawî were
Wezîra berevanî ya Fransayê radighîne, divê şerê li dijî DAIŞ li Sûriyê beriya vekşandina Hêzên Amerîkî ji wî welatî, bidawî bibe
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîra berevanî ya Fransayê radighîne, divê şerê li dijî DAIŞ li Sûriyê beriya vekşandina Hêzên Amerîkî ji wî welatî, bidawî bibe.
Wezîra Berevanî ya Fransayê Florens Barlî di gotarekê de li pêşiya firokevanên welatê xwe li navenda Êtiş 5 a Ûrdinê ragihand, dema ku di sala 2014an de hûn hatin vê derê, armanca Fransa jinavbirin a DAIŞê bû, û ev armanc nehatiye guhertin û divê ew yek bicîh bibe.
Wezîra Berevanî ya Fransayê di derbarê biryara vekşandina Hêzên Amerîka ji Sûriyê got, vekşandin dê hêdî hêdî be, ne di dema çend hefteyan de, û awayê vekşandinê jî, hîn tê gotûbêjkrin.
Hêzên Fransa li rojavayê Kurdistanê hene, û firokeyên wê jî, di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de, çekdarên DAIŞ li Sûriyê bombebaran dike.
C.B