Çekdar opozîsyona Sûriyê bi hev ketin: 31 kes hatin kuştin

Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê li gundewarê Helebê bi hev ketin û di encama şer û pevçûnan de 26 çekdar hatin kuştin û 5 kesên sivîl jî bûn qurbanî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê li gundewarê Helebê bi hev ketin û di encama şer û pevçûnan de 26 çekdar hatin kuştin û 5 kesên sivîl jî bûn qurbanî.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir,li rojavayî gundewarê Helebê şer û pevçûn di navbera grûpa Desteya Tehrîr El-Şam (Cebhet El- Nusra) û Cebhet Weteniya ya Tehrîr li ser ferehkirina herêmên xwe derket.

Li gor zanyariyên Rewangehê ta niha, 12 çekdar ji aliyê Desteya Tehrîr El-Şam û 14 çekdar ji aliyê grûpa Cebhet Weteniya ya Tehrîr de hatine kuştin û 5 kesên sivîl jî canê xwe jidest dane ku di nava wan de zarokek heye.

Rewangehê li ser sedema derketina wî şerî da zanîn, berî çend rojan grûpa Nûredîn Zenkî (grûpek di nava Cebhet Weteniya ya Tehrîr de ye) 5 kes ji Desteya Tehrîr El-Şam kuştibûn, Desteya Tehrîr El-Şam jî êrîş kir û bajarê Darit Ize û gelek rêbendên li derdorê ji Cebhet Weteniya ya Tehrîr kontrol kir.

Deseya Tehrîr El-Şam dest daniye ser piraniya navçeyên Idlibê û rojavayê Helebê û gelek caran şer û pevçûn di navbera wê û grûpên din de derdikeve.

 

S. B