Ji bo Gulen şandeke FBI serdana Tiriyê dike
Biryar e îro şandeke Amerîkî ku dê rayedarên FBI jî tê de be were Tirkiyê û dê bi rayedarên Wezaretên Karên Derve, Dad û Karên Navxweyî re li ser mijara radestîkirina Fetullah Gulen hevdîtinê bikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Biryar e îro şandeke Amerîkî ku dê rayedarên FBI jî tê de be were Tirkiyê û dê bi rayedarên Wezaretên Karên Derve, Dad û Karên Navxweyî re li ser mijara radestîkirina Fetullah Gulen hevdîtinê bikin.
Şanda Amerîkî ku rayedarên FBI jî tê de ne, îro tên Tirkîyê û bi rayedar û berpirsên Wezaretên Karên Derve, Dad û Karên Navxweyî yên Tirkiyeyê re hevdîtinan bike. Di hevdîtinan da dê li ser lêpirsînên li dijî rêxistina Fetullah Gulen û îadeya wî bê rojevê.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamît Gul hefteya dabû zanîn ku rayedarên Amerîkî dê werin Enqerê û ragihandibû, di çarçoveya alîkariya edlî de peywendî dê werin danîn.
Şandeya Amerîkî dê hevdîtinên xwe di navbera 3 û 4ê Çileyê de li Enqerê pêk bîne.
Di meha bûrî de Wezîrê Derve yê Tikiyê Mewlud Çawişoglu gotibû, di dawiyê de Serokê Amrîka Donald Trump sozên ku dabûn me bi cîh tine. FBI li 15 deverên cuda yên Amerîkayê dest bi lêpirsînan kiriye û gelek endamên rêxistina Fethullah Gulen girtine.
Berî niha çendîn caran Hikûmeta Tirkiyê Gulen bi pilandanîna kudetaya sala 2016an tometbar dikir û bi rijdî ji Amerîka daxwaz dikir, ku Gulen radestî Enqerê bike û rexneyên tund li Amerîka dikir ji ber ku Gulen li cem xwe akincî kiriye û red dikir ku wî radest bike.
Lê di dema dawî de û bi taybet piştî ku Hikûmeta Tirkiyê, keşeyê Amerîkî Andrew Brunson radestî Washingtonê kir, dengoyek belav bû ku Amerîka jî erê kiriye, beramberî wê yekê, Fethella Gulen radestî Tirkiyê bike.
S. B