Tirkiye çekdarên opozîsyona Sûriyê ji derdora Minbicê vedikişîne

Tirkiye grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên li derdora Minbicê kom kirine, ber bi parêzgeha Idlibê ve vedikişîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkiye grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên li derdora Minbicê kom kirine, ber bi parêzgeha Idlibê ve vedikişîne.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, ew Tirkiye grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên li derdora Minbicê kom kirine, vedikişand parêzgeha Idlibê li nêzîkî sînorê Hetayê.

Rewangehê amaje bi wê yekê kir, rewşa bereyên şer ên di navbera Encûmena Leşkerî ya Minbicê û grûpên çekdar ên Tirkiye piştevaniya wan dike, vegeriya rewşa berî gefên Tirkiyê ên destpêkirina operasyoneke leşkerî.

Herwiha Rewangehê da zanîn, nêzîkî 250 şervanên HSDê ji bajarê Minbicê vekişiyan aliyê rojhilatê çemê Firatê, lê hîna şervanên Encûmena Leşkerî ya Minbicê û Ceyş El-Siwar yên di bin ala HSDê de li Minbicê ne.

Ji aliyekî din ve, jêderên Misrî û jêderên ji HSDê ji Rewangehê re nûçeya hatina şandeke Erebî (Misrî û Îmaratî) bo Minbicê ji binî ve red kirin.

Duhî ji jêderên Îsraîlî hatibû ragihandin ku şandeke leşkerî ya Misrî û Îmaratî serdana Minbicê kiribû û hat gotin ku piştî vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê dê hêzên wan her du welatan li Minbicê belav bibin.

 

S. B