Tenê 16 km xak li Dêrazorê di destê DAIŞ de ma ye
Tenê bi dirêjahîya 16 kîlometreyan xak di destê DAIŞê de li Dêrazorê ma ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Tenê bi dirêjahîya 16 kîlometreyan xak di destê DAIŞê de li Dêrazorê ma ye.
Cîgirê Fermandarê Giştî yê Ceyş Eswar Ehmed elSultan ku bi Ebû 'Erac tê naskirin ji Kurdistan24 re ragihand, ku di van rojên dawî de Hêzên Sûriya Demokrat HSD bi awayek baş li gundewarê Dêrazorê bi pêşve çû ye, û rûberek zêde li wê deverê ji destê DAIŞê derxistiye.
Ebû 'Erac da zanîn, ku bi tenê bi dirêjahiya 16 kîlometreyan xak di jêr destê DAIŞê li wê deverê ma ye, ku her yek ji bajarokên Sûse û Şe'fe û gundên Bagoz û Kemşe li xwe digre.
Duhî Serokê Amerîka Donald Trump ragihandibû, ku tenê yek ji sedî xak di destê DAIŞê de ma ye.
C.B