Mêrdîn: Dadgeha 17 zarokên ku ji 2 salan zêdetir girtîne birêve çû
Li navçeya Nisêbînê girêdayî Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, doza 17 zarokên ku di şerê xendekan de hatibûn girtin, birêve çû.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li navçeya Nisêbînê girêdayî Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, doza 17 zarokên ku di şerê xendekan de hatibûn girtin, birêve çû.
Di roja 26ê Gulan a 2016an de, hejmarek zarokên temenê wan, bin 16 saliyê de bûn, asê bû bûn.
Leşkerên Tirkiyê, ev 17 zarok girtin û kirin zîndana Merdînê.
Ev 6mîn car e, zarok tên dadgehkirin û beyî ku belgeyek tawanan liser wan hebe, di zîndanê de, radigrin.
Doza 17 zarokan di Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdinê de hat dîtin, lê tenê parêzer û malbatên zarokan amade bûn.
Parêzera Zarokan Rengin Ergul da zanîn: Her car, a ku ew tên dadgehê, bêyî ku zarokan bînin dadgehê, sedem û belgeyek nişan bidin, tawanbar dikin û doze paş dixin.
Parêzer got: Ev zarok pêwistî bi perwerdeyê, dayik û bavên xwe heye, nabe di zindanê de wek mezinan bên ragirtin.
Lê Dadgehê, dîsa doz bo 18 Sibatê paşxist.
C.B