Kongrêsmanên nû yên Amerîka sûnda yasayî xwarin
Kongrêsmanên Xula 116emîn a Kongrêsa Amerîka sûnda yasayî xwarin û dê dest bi karên xwe bikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Kongrêsmanên nû yên Amerîka sûnda yasayî xwarin.
Kongrêsmanên Xula 116emîn a Kongrêsa Amerîka sûnda yasayî xwarin û dê dest bi karên xwe bikin.
Di xula vê carê de Demokratan piraniya dengan bidest xistin û Nansî Pêlosî wek Seroka Kongrêsa Amerîka hat Hilbijartin.
Xula vê carê ya Kongrêsê zêdetirîn rêjeya jinan tê de ye û ji bo yekemîn car di dîroka wî welatî de, du jinên Misilman ku yek ji wan xelka Somalî û ya din jî xelka Felestînê ye sûnda yasayî xwarin.
C.B