6 endamên DAIŞê yên biyanî xwe radestî HSD kirin
Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan ragihandiye, ku şeş endamên rêxistina DAIŞê li Gundewarê Dêrazorê xwe radestî Hêzên Sûriya Demokrat HSDê kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Şeş Endamên DAIŞê ku biyanî ne, xwe radestî HSD ê kirin e.
Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan ragihandiye, ku şeş endamên rêxistina DAIŞê li Gundewarê Dêrazorê xwe radestî Hêzên Sûriya Demokrat HSDê kirin.
Li gor Rewangehê ew şeş çekdar bi regez biyanî ne, lê nasnameya wan heta niha nehatiye eşkere kirin.
Herwiha Rewangehê da zanîn ku, her îro roja Înê, bi dehan welatî ji deverên dawî yên DAIŞê reviyabûn û xwe gihandibûn deverên di jêr desthilatê HSDê de.
C.B