Nusrayê mezintirîn grûpa Îslamî li Helebê hilweşand
Desteya Tehrîr Şam (Cebhet El- Nusra berê) 20 gund û bajarok li bakurê rojavayê Sûriyê kontrol kir. Grûpa Nûredîn Zenkî xwe hilweşand.
K24 – Navenda Nûçeyan
Desteya Tehrîr Şam (Cebhet El- Nusra berê) 20 gund û bajarok li bakurê rojavayê Sûriyê kontrol kir. Grûpa Nûredîn Zenkî xwe hilweşand.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, piştî şerê 4 rojan di navbera çekdarên Desteya Tehrîr Şam û Grûpa Nûredîn Zenkî li navçeyên di navber Heleb û Idlibê de zêdetir ji 100 çekdarî ji her du aliyan hatin kuştin. Herwiha 4 welatiyên sivîl jî bûn qurbanî.
Rewangehê da zanîn, Desteya Tehrîr Şam zêdetir ji 20 gund bajarokê ku di destê Grûpa Nûredîn Zenkî de bûn kontrol kir.
Herwiha amaje bi wê yekê, şerê 4 rojan hîşt ku Grûpa Nûredîn Zenkî xwe hilweşîne û piraniya fermandar û çekdarên Grûpa Nûredîn Zenkî ber bi Efrînê û beşek din jî ber bi navçeyên Mertala Firatê birevin.
Rewangehê li ser sedema derketina wî şerî da zanîn, berî çend rojan grûpa Nûredîn Zenkî (grûpek di nava Cebhet Weteniya ya Tehrîr de ye) 5 kes ji Desteya Tehrîr El-Şam kuştibûn, Desteya Tehrîr El-Şam jî êrîş kir û bajarê Darit Ize û gelek rêbendên li derdorê ji Cebhet Weteniya ya Tehrîr kontrol kir.
Deseya Tehrîr El-Şam dest daniye ser piraniya navçeyên Idlibê û rojavayê Helebê û gelek caran şer û pevçûn di navbera wê û grûpên din de derdikeve.
S. B