Tirkiye hêza komando hinart Idlibê
Hate diyar kirin, ji bo ku pirsgerekên di navbera Çekdarên girêdayî Tirkiyê û çekdarên din de çareser bike, hêza leşkerî dişîne İdlibê
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirkiyê karwanek leşkerî tevî çekên giran şandin parêzgeha Idlib a Suriyê.
Karwanê leşkerî ku, ji hêza komando ya artêşa Tirkiyê pêkhatî, di demjimêrên spêdê bi ser parêzgeha Hatayê, şandin nav xaka Suriyê.
Dinav vî karwanê leşkerî de, çekên giran, trimbêlên barhilgir ên leşkerî, ji parêzgehên cuda yên Tirkiyê komkirin e û liser bajarê Hatay navçeya Yayladagê, şandin İdlibê.
Hate diyar kirin, ji bo ku pirsgerekên di navbera Çekdarên girêdayî Tirkiyê û çekdarên din de çareser bike, hêza leşkerî dişîne İdlibê.
C.B