Pompeo: Liser rêkeftinek ligel Tirkiye ji bo parastina Kurdan, geşbîn im

Wezîrê derve yê Amerikayê Mike Pompeo di dema seredana xwe ya li Îmaratên Yekgirtî yên Erebî de ragihand ku, ew geşbîn e ku dê di navbeyna Amerika û Tirkiye rêkeftinek liser parastina Kurdan li Sûriye pêk were

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Amerikayê Mike Pompeo di dema seredana xwe ya li Îmaratên Yekgirtî yên Erebî de ragihand ku, ew geşbîn e ku dê di navbeyna Amerika û Tirkiye rêkeftinek liser parastina Kurdan li Sûriye pêk were.

Mike Pompeo destnîşankir, ku Kurd ên ku lidij DAIŞ şer kirin ne terorist in.

Wezîrê derve yê Amerikayê herweha agahdarî liser pêwendiya xwe ya telefonî ligel Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu da û anî ziman: “Parastina welatê xwe ji terorîstan mafê Tirkiye ye. Lê, herweha em dizanin ku ew aliyên ku ligel me li dijî DAIŞ şer kirin, mafên wan ûn parastinê heye”.

Wezîrê derve yê Amerikayê Mike Pompeo, piştî biryara Serokê Amerikayê Donald Trump a vekşîna Hêzên Amerikayê ji Sûriye, derketiye rêzeseredanan bo welatên li Rojhilata Navîn. Di vê çarçoveyê de jî, berî çendîn rojan seredana paytexta herêma Kurdistanê kir. Ligel Serok Barzanî, Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê Encûmena Asayiş a herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hevdîtin lidar xistin.

 

 

C.B