Wezîrê Derve yê Îranê gihîşt Hewlêrê
Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf gihîşte Hewlêrê û ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve pêşwazî lê hate kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf gihîşte Hewlêrê û ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve pêşwazî lê hate kirin.
Li gor zanyariyan, biryar e Wezîrê Derve yê Îranê îro ligel Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bicive.
Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, piştî bidawîbûna civînên Zerîf li Hewlêrê, biryar e jî ew îro serdanan Silêmaniyê bike.
S. B